Ji bo kesê ku li Swêdê serî li penaberiyê dide

Relevanta dokument
Bi tevahî li ser piştgîriya nefeqeyê (Allmänt om underhållsstöd)

Kurdiska (Kurmanji) Barn älskar böcker

B er hang Hi n tebini... Ji bo hemü kes, komele ü rexisiinen Kurdistani Post_gi_ro: so-s tfn o faks o

TVÅ SPRÅK ELLER FLERA? DU ZIMAN YAN JÎ PIRTIR? Råd till flerspråkiga familjer. Tawsîye ji bo malbatên duzimanî

Onsdagen den 30 oktober

Kî dijîn li Who lives in

Innehållsförteckning, Latent tuberkulos (LTB)- utredning, rutin för handläggning

BERÄTTAR- RYGGSÄCKEN. HANDLEDNING för dig som ska jobba med mig!

BERÄTTAR- RYGGSÄCKEN HANDLEDNING

Adagio. œ œ œ œ œ œ œ. œ œ œ œ. & bb 4 4 œ. & bb. œ œ œ œ œ œ œ œ Œ. & bb œ œ œ œ œ œ œ œ. & bb œ œ œ œ œ b D. q = 72. och nar. var 1ens.

BERÄTTAR- RYGGSÄCKEN. HANDLEDNING för dig som ska jobba med mig!

Finn Kirja. ISBN Ca-pris: 60:-

NOVATHERM 4FR PROJEKTERINGSANVISNING BRANDISOLERING AV BÄRANDE STÅLKONSTRUKTIONER

Svenska Bostäders trygghetsarbete

Till Dig. Innehåll. Blåeld musik kärleksverser tonsatta av Lasse Dahlberg. Allt, allt jag ägde...

Till Dig. 11 kärleksverser tonsatta av Lasse Dahlberg. pianoarrangemang Jonas Franke-Blom. Blåeld musik

Ser ni äng -en? œ œ œ œ œ œ œ œ œ œ. œ œ Ó. Œ œ. œ œ œ œ œ F. œ œ Œ œ. & Œ œ. œ œ œ œ œ œ œ œ. œ œ œ œ œ œ œ. œ œ œ. œ œ œ œ œ. & œ œ œ œ.

R app o r t T A n a l y s a v f as t p r o v. Ut f ä r dad P e r S a mu el s s on

Vår angelägenhet. œ œ œ œ œ œ œ œ œ œ œ œ œ œ œ œ. œ J. œ œ œ œ œ œ œ œ œ. &b b b. & bb b. œ œ œ œ œ œ œ œ œ œ œ œ 4 œ œ 4. ?

bimebon Kurdi.ska barn i Fittja, Newroı 2002

jz j k k k k k k k kjz j k k j j k k k k j j

27. NATURLJUD. o k k o k k k. p k k k kz k k o k k k k k k n k k k. k o k. a f4 Fredrik: kk k. k dk. a f4 4 j. k n. k n k k. k n k n k n.

HC-2. All män na data Hyg ros tat. Drift- och montageinstruktion [Dok id: mi-292se_150522] HC-2, Digital hygrostat.

Utvecklingen av klövviltstammarna på Halleoch Hunneberg Ar be tet är be ställt av Sve as kog/na tu rup ple vel ser AB

Skyarna tjockna (epistel nr 21)

Bröderna fara väl vilse ibland (epistel nr 35)

R app o r t T A n a l y s a v f as t p r o v. Ut f ä r dad A le xa n d e r G i r on

ANVÄNDNING AV SERVICESEDLAR FÖR ÖPPNA REHABILITERINGSTJÄNSTER FÖR FRONTVETERANER OCH I HANDIKAPPSERVICELAGEN AVSEDD PERSONLIG ASSISTANS

Ur Höga visan. 4. Stycket är i grunden skrivet för enbart kör, men solister kan, om så önskas, sjunga valfria delar för att öka variationen.

GOSPEL PÅ SVENSKA 2. Innehåll

Fram med basfiolen (epistel nr 7)

ST~~~ITg~~EC Hl. ELKA N & r" lagsrätt. med or.. Kjöbenhavn. Pris: 1 krona. A lb. Lindstrand.. 1 anns Musi!~han e. f' "S Beuer ffi. Helsing 01 '-', ,,'

Långfredagens högtidliga förböner

Namn Workshop 1 Workshop 2 Workshop 3 Workshop 4. St Petersburg Lördag kl Makramé Söndag kl Vattengympa Lördag kl 14.

Uppsala Summer Heat Blues

Opp, Amaryllis (Fredmans sång nr 31)

α alfa β beta γ gamma δ delta ε epsilon ζ zeta η eta θ theta ι iota κ kappa ν ny α alfa β beta γ gamma δ delta ε epsilon ζ zeta η eta θ theta ι iota

Hundra tusen miljarder

4-tråd, mo du lar kon takt. Alarm 1 st hög nivå %, all tid hög re än steg 1

Boka. annonsplats. Magasin Roslagen är ett inspirerande upplevelseoch turistmagasin med stark passion och känsla

Alings ås Sven Jo nas son Ste fan By dén

Välkommen. B ƒ Þ. E ƒ Þ. Hej vad. E ƒ Þ. E ƒ Þ. E ƒ Þ. Och vi klap. Hej vad heter du?

Hade jag sextusende daler (sång nr 14)

Vandringsmannen G =144. d d l l l. l l. k t. ks ks k k t. ks ks ks. s k s ks k. k k k k k k k k k k k k k k k k k k k k. ks k. ks k s k s ks k.

C 2703 DEMO. Gunilla Stierngren, tekst Boo Egebjer (m.fl.), musikk. Jag sökte Dig CANTANDO MUSIKKFORLAG AS

ut tu- a pro-tecti dextra collaudemus aucto-rem fa - bri<cæ>

1. Avgiftning i sluten vård för behandling av symtom vid av vänj ning från alkohol och för att avbryta användningen av alkohol

3 (3) MSEK -8 (-10) MSEK 133 (136) MSEK -16 (-15) MSEK (16 998) SEK 194 (199) MSEK BY THE WAY

KÖLD BÄ RAR LA GET. Syfte

Höstvisa. œ œ. œ œ œ œ œ œ œ. œ œ œ nœ # # j œ # œ œ œ j œ œ œ œ Œ. j œ œ œ. œ œ. œ œ œ œ œ œ. œ œ ? # # # œ j œ. J œ. œ œ œ. œ œ œ œ # œ.

VECKANS LILLA POSTKODVINST á kronor Inom nedanstående postkoder vinner följande 219 lottnummer kronor vardera:

Dag vat te nu tred ning för Åsen, Mun ke dals kom mun

DEMO Tillhör Runow media AB

Ungdomen ä ena dumma fä The Whiffenpoof Song

Blåsen nu alla (epistel nr 25)

CENTRA LAP PA RAT 106 INSTALLATIONSANVISNING Best.nr: 12120

Tranors nyttjande av en tranbetesåker vid Draven i Jönköpings län

Tid för snabb flexibel inlärning

Pilgrimsfärd. en musikör Text och musik: Lasse Dahlberg fritt efter Geoffrey Chausers Canterbury Tales i svensk översättning av Britt G Hallqvist

Dagvattenutredning för Solstrålegatan Biskopsgården. Preliminär version. Ste fan By dén, Åsa Gra nath

Barn i Guds tid. Nattvardsmässa för barnkör, diskantkör och instrument. Församlingsagenda

152 LIVSKRAFT OCH HÅLL BAR UT VECK LING I GÖ TE BORGS SÖ DRA SKÄR GÅRD BILAGOR

Parkinson Skåne. April 2015

Kompletteringsutbildning på svenska

Vila vid denna källa (epistel nr 82)

Köp hela häftet på (16 sidor)

bruksanvisning/ user manual

Alternativa inledningsord till familjemässan

Birger Sjöberg. Dansbanan. Arrangemang Christian Ljunggren SA T/B + Piano SATB MUSIC

1. M öt et s öp pn an d e S ve n fö r k la r a r mö t et ö p p nat k lo c k a n i me d le ms k o nt o r et.

MASKINELL DOSDISPENSERING AV LÄKEMEDEL INOM HEMVÅRDEN OCH DYGNETRUNTVÅRDEN

DARTS DISPLAY. På tre väggdisplayer får man ett komplett sortiment av Kamasans flugkrok.

Hjaðningaríma Isländskt rimurkväde om troll, jättar och völvor

O, våra fäders Gud. n œ œ œ œ n Œ

Fader Bergström, stäm upp och klinga (epistel nr 63)

Upphandling av terapitjänster som beviljas som medicinsk rehabilitering genom servicesedelmodellen

Härlighetens väg procession 4. Hur kan jag tro 8. Vi vänder oss till dig Gud förbön 10. Gud, när du bjuder till bordet beredelse 13

Sjung och läs nu Bacchi böner (sång nr 57)

Bevent Rasch RAER. - Brand -

LOVISA STAD PROTOKOLL 5/ Tekniska centralen, Drottninggatan 15 B 3 vån. Martinoff Minerva Meriheinä Thérèse.

Till dig som söker asyl i Sverige

POSTKODVINSTER á kronor Inom nedanstående postkoder vinner följande 307 lottnummer kronor vardera:

DELÅRSRAPPORT BE Group AB (publ)

T rädinventering & okulär besiktning Sågverksgatan, Kv Vedstapeln, Stureby

Dovhjortens beteseffekt på vegetationen på Hanö. Be stäl la re Läns sty rel sen i Ble kinge

From A CHORUS LINE. For SATB* and Piano with Optional Instrumental Accompaniment. Duration: ca. 2: 15 AKT TVÅ! ... I El>maj7 A

Innehåll. Sångerna i detta häfte går att beställa som separatutgåvor från förlaget

o n k o k t k t fk t ej k t ek t k t o n k k k k k k jz

Sju advent- och julsånger i satser för blandad kör SAB av Karl-Fredrik Jehrlander

Vi i Villa Akt 1 Scen 7

Halvårsrapport. Ökad omsättning och förbättrat rörelseresultat. Januari juni April juni 2019 JANUARI JUNI 2019

FRANSKA. Anaconda en français. Noël. Pour mieux comprendre l émission

Tr ädinventering & okulär besiktning

Fallstudie Majorna - Hållbar utveckling utifrån lokalsamhällets egna behov och önskemål

bruksanvisning/ user manual

Tranor och grågäss runt Draven

Påsk juts- och bromshjälp. Originalbruksanvisning

Star ta Pro/ENG I NE ER

Änglahyss succé i repris

Vi i Villa Akt 2 Scen 3

Transkript:

Senast uppdaterad: 2015-09-28 Swedish Migration Agency Ji bo kesê ku li Swêdê serî li penaberiyê dide Till dig som söker asyl i Sverige Kurmandji www.migrationsverket.se 1

Ji bo kesê ku li Swêdê serî li penaberiyê dide Hejmarek civîn Eger li Swêd li serlêdana te bê nerîn, heta ku Daîreya Koçê derheqê mafê rûniştinê de biryarekê bide tu dikanî li vira bî. Daîreya Koçê ji bo civînan dê çend caran gazî te bike. Di lêkolîna penaberiyê de tu yê derheqê sedemên penaberiya xwe de biaxivî, ango bê ji bo çi tu doza sitarê li Swêdê dikî. Hatina te ya van civînan girîng e. Carekê jî dê ji bo agahdariyeke komî gazî te bê kirin. Di civînê de Daîreya Koçê dê behsa wan tiştan bike ku gava mirov penaxwaz e girînge mirov bizanibe. Ew wek mînak dikare derbarê xanî, aborî, tendurustî û lênerînê de be. Derbarê pêvajoya penaberiya Swêd de jî bêhtir agahî tên dayîn. Agahiyên derbarê qanûnan, dezgeh û rêxistinên elaqedar, wek nimûnê yên ku alîkariyê didine penaberan di vê civînê de tên dayîn. Ev agahî pir girîng in û heta ku tu li benda biryarekê bî tê ji wan sûd wergirî. Behsa xwe bike Daîreya Koçê dê bipirse bê tu kî yî. Ji bo ku Daîreya Koçê biryareke rast bide girîng e tu nasnameya xwe nîşan bidî. Paseport yan belgeyên din yên nasnameya xwe bi xwe re bibe Daîreya Koçê. Belge divê nîşan bidin bê navê te çî ye, tu kengî çêbûye û tu welatiyê kû yî. Eger belgeyên nasnameya te nebin divê tu hewl bidî bi awayekî din nîşan bidî bê tu kî yî. Wek nimûne tu dikanî bi belgeya jidayikbûnê, deftera malbatê, deftera leşkeriyê yan belgeya mehrbirînê nîşan bidî. Hin pirsên derheqê paşxane û malbata te jî dê bên kirin. Bila li bîra te be, gava tu serlêdana penaberiyê dikî her tiştê ser malbata xwe bêje. Ji bo ku eger hat û te mafê penaberiyê stand û tu bixwazibî li Swêdê bigihîjî malbata xwe ev agahî girîng in. Sedemên te Kes wekî te nizane bê ji bo çi te welatê xwe terk kiriye. Lewre girîng e tu behsa her tiştê hatî serê te bikî û rave bikî bê di vegereke muhtemel de tu dikanî bikevî çi rewşê de. Divê tu behs bikî bê çi hatiye serê te bi xwe, ne tenê behsa rewşa welatê xwe bikî. Tenê dema her tiştê girîng te gotibe Daîreya Koçê dikane nirxandineke durist li ser rewşa te bike. Ji bo wergirtina agahiyên girîng li ser penaberiyê, dabaşnêr wê bi pirsên xwe alîkariya te bike. Serpêhatiyên behskirina wan dijwar Hin tişt zehmet in mirov behsa wan bike, lê dibe ku vegotina wan zêde girîng be. Erka sirveşartina dabaşnêr heye, ew tenê dikane bi karmendên din yên ku bi serlêdana te re mijûl in behsa gotinên te bike. Eyn mîna dabaşnêr wergêr jî xwediyê erka sirveşartinê ye. Berya lêkolîna penaberiyê tu dikanî bêjî bê tu dabaşnêrekî mêr yan jin tercîh dikî. pêwist be tu dikanî di lêkolînê de doza bêhnvedanekê bikî. Belge û ewraqên din ku gotinên te piştrast dikin, yan zanyariyên li ser welatê xwe tu dikanî bi xwe re bibî. pêwist be Daîreya Koçê belgeyan tercime dike. 2

Tu dikanî tesîrê bikî Eger tu werî wextên ku Daîreya Koçê ji te re dişîne bersiva serlêdana te zûtir dikane bê dayîn. Navnîşan û hejmara telefona xwe bide Daîreya Koçê da ku bikanibin têkiliyê bi te re deynin. Ji bo ku tu ji agahiyên Daîreya Koçê haydar bibî posta xwe herdem bixwîne. Eger tu navnîşanê biguherî Daîreya Koçê agahdar bike. Awayekî din ku tu dikanî tesîrê bikî da bersiva serlêdana te zû bê dayin îsbatkirina nasnameya te ye. Bi paseport yan nasnameyên din tu ji Daîreya Koçê re nîşan didî bê tu kî yî. Eger tu di îsbatkirina nasnameya xwe de alîkariyê bikî bi texmîneke mezin heta tu li benda bersivekê yî tê bikanibî kar bikî. Di dema payînê de Alîkariya hiqûqî Piraniya kesên ku doza penaberiyê dikin mafê wan yê alîkarekî resmî heye. Piraniya caran hiqûqzanekî bi perwerde dê berjewendiyên te biparêze û heta ku Daîreya Koçê li serlêdana te binêre ew dê desteka hiqûqî bide te. Daîreya Koçê alîkarê resmî tayîn dike û pereyên wî dide, lê alîkar ne girêdayî Daîreya Koçê yan tu dezgehên din e, ew serbixwe kar dike. Kesekî baweriya te pê hebe tu dikanî pêşniyaz bikî, yan bixwazibî alîkarê te jin yan mêr be. Tu dikanî bi xwe jî alîkarekî bigrî û pereyên wî bidî, lê hingî Daîreya Koçê heqê wî nade. Kar û rola terciman Di gelek civînên bi Daîreya Koçê re ji bo wergerandina tiştên tên gotin tercimanek beşdar dibe. Carinan terciman li odê ye, carna ser xeta telefonê û carna jî bi rêya ekranê beşdar dibe. Bila li bîra te be di navbera xeberdanê de bêhna xwe vede da ku terciman bigihe gotinên te wergerîne. Heta ew wergera xwe neqedîne jî tu dest bi xeberdanê neke. Divê terciman li gor hin qaîdeyan bilivin. Berya wergerê ew ji her du aliyan re behsa rola xwe, erka sirveşartinê û mecbûriyeta ku hemû axavtinên di odê de tên kirin wergerîne dike. Bê ku gotinekê jê kêm bike yan serve bike terciman her tiştî diwergerîne. Terciman qaliba-ez bi kar tîne. Terciman nêtar e, ango ew nêrînên li ser sîyaset, ol û tiştek din de dernabire. Terciman bêalî ye. Ango ew xwe tevlî nake, hewl nade alî terefekî bike, yan di dema sohbetê de ew nîşan nade ku aliyekî digre. Eger tu ji terciman fam nekî, yan ji ber sedemin din pê re nerehetî girîng e tu bêjî. Tu dikanî civînê bibirî û tercimanek din bixwazî. Eger tu tercimanek jin yan mêr dixwazî berî civînê me agahdar bike. Li gor ku tu yê behsa çi bikî belkî baştir be ku zayenda te û terciman yek be, lê carna jî dikane berovajî be. Rêxistinên dilxwaz Mafê te ye tu têkiliyê bi rêxistinên dilxwaz re deynî û ew alîkariya te bikin. Daîreya Koçê dikane alîkariya te bike bê li cîyê tu lê dijî kîjan rêxistin hene. Hemû rêxistinên dilxwaz li cîyên biçûk nînin. tu bixwazibî bi rêxistineke taybet re têkiliyê deynî ji nivîsgeha tu diçiyê bipirse. 3

Karta LMA Dema tu li Swêd doza penaberiyê dikî meqbûzeke serlêdanê tu werdigrî. Li ser meqbûzê hejmarek heye, gava tu li Daîreya Koçê geriyayî tu wê hejmarê didî. Bi vî awayî dabaşnêr agahiyên te zûtir dibîne. Çend rojan piştî serlêdanê du dikanî karta xwe ji nivîsgehê werbigrî. Navê kartê LMA-kort e û ew dikeve şûna meqbûzê de. Baş e ku karta LMA tim bi te re be da tu nîşan bidî ku tu penaxwazî û heta tu li benda biryarekê bî mafê te yê mayina li Swêd heye. Her cara ku tu çûyî nexweşxanê divê kart bi te re be da ku li te bê nêrîn. Kar Ji bo ku tu bikanibî li Swêdê kar bikî destûra kar pêwist e, lê wek penaxwaz bê destûra kar jî tu dikanî kar bikî eger: Li Swêd li serlêdana te tê nêrîn Ji bo îsbatkirina nasnameya xwe tu alîkariyê dikî. Bingehê serlêdana te xurt e. Eger tu van şertan bînî cî mafê te yê karkirinê heye. Eger mafê te yê kar hebe li ser karta LMA xala 7 ew nivîsandiye û delîla îstîsnaya destûra kar jî (AT-UND) li wir nivîsandiye. Eger te kar kiribe û serlêdana te hatibe redkirin heta tu welêt biterikînî tu dikanî kar bikî, yan heta ku ji bo terkkirinê te hevkarî kiribe. Eger destûra rûniştinê ji te re were tu dikanî bi berdewamî kar bikî. Ji bo peydakirina karên vala tu dikanî biçî Daîreya Giştî ya Karî (www.arbetsformedlingen.se). Eger mafê te yê karkirinê nebe jî tu dikanî li cîyekî kar praktîkê bikî. Eger mecala te ya kar nîne û pereyên te bi xwe jî nebin mafê te yê standina tezmînatê heye. Pereyên tu distînî dê têra xwarin, cil û lêçûnên şexsî bikin. Eger tu ji Dîreya Koçê pereyan distînî girîng e ku dema rewşa te ya aborî hate guhertin tu wan agahdar bikî, wek nimûne eger tu dest bi kar bikî. Lênerîna tendurustî û nexweşîyê Tu yê ku li Swêd doza penaberiyê kiriye dikanî li nexweşxaneyekê belaş miayene bibî. Lênerîna tendurustiyê tesîrê li penaxwaziya te nake. Mafê te yê tedawiya acîl, lênerîna diranan û lênerîna yekser heye. Nexweşxane biryarê dide bê çi lênerîn dikane li te bê kirin. Eger tu karta xwe ya LMA nîşan bidî bi 50 kronî tu dikanî doktor bibînî yan derman bistînî. Zarok û ciwanên bin 18 salî re mîna zarok û ciwanên li Swêdê mafê wan heye belaş tedawî bibin. Xanî Tu dikanî ji xwe re xaniyekî peyda bikî yan bikevî xaniyekî ku Daîreya Koçê ji te re peyda dike. Eger Daîreya Koçê xanî ji te re bibîne nabe ku tu cî hilbijêrî û dibe ku tu neçar bibî bar bikî. Eger tu bi xwe xanî peyda bikî divê tu kirê ji kîsê xwe bidî. 4

Biryar Eger tu destûra rûniştinê bistînî Eger tu destûra rûniştinê bistînî tu dikanî li Swêd bijî û kar bikî. Dema destûr ji te re hat divê tu biçî Daîreya Bacê ya Giştî (Skatteverket) ji bo ku xwe qeyd bikî û hejmareke kesîn bistînî. Weke delîl ku te destûra rûniştinê standiye Daîreya Koçê karteke destûra rûniştinê dişîne navnîşana te. Eger red ji te re were Eger serlêdana te were redkirin tê wê wateyê ku li gor Daîreya Koçê sedemên mana te ya li Swêd têr nakin. red ji te re were du hilbijarkên te hene: tu dikanî biryarê bipejirînî û vegerî yan jî îtiraz bikî. Eger tu biryarê bipejirînî gereke tu kaxeza bi navê vegotina razîbûnê îmze bikî. Piştî te ew îmze kir êdî tu nikanî îtiraz bikî û ji bo vegera mal divê tu amadekariyan bikî. Lê eger tu îtiraz bikî tê wê wateyê ku tu dixwazî dadgehek li biryara te binêre. Tu îtiraza xwe dişînî ji Daîreya Koçê re. Berya ku biryar bikeve ber muteberiyê de, ango herî dereng sê hefteyan piştî wergirtina biryarê divê te îtiraz kiribe. Eger alîkarê te yê resmî hebe ew dikane alîkariya te bike. Pêşî Daîreya Koçê li îtiraza te dinêre ji bo ku mêze bike bê biryara xwe biguhere yan na. Eger Daîreya Koçê biryara xwe neguhere îtiraza te dişîne ji dadgeha koçê re. Eger hukimê dadgeha koçê ne bi dilê te be tu dikanî ji Dadgeha Bilind ya Koçê bixwazî ku ew lê binêrin. Eger tu fikrê xwe biguherî û bixwazibî îtiraza xwe paşde bikişînî tu dikanî Daîreya Koçê agahdar bikî ku tu biryara redê dipejirînî. Hingî dadgeh îtiraza te betal dike û lê nanêre. Di şertên normal de biryara redê çar salan derbas dibe. Eger di nava van salan de tu vegerî Swêdê tu dikanî ji nû ve bê redkirin yan dersînorkirin. Hingî mafê te nîne ku Daîreya Koçê li doza te binêre yan destekê bide te. Veger Ji roja ku biryara redê derbas bû û pê de demek tê dayin da tu bi riza xwe welêt biterikînî. Di biryarê de nivîsandiye bê çiqas wextê te heye û tu bi xwe berpirsîyarî ku di wext de derkevî. Ji bo vegera welatê xwe yan dewleteke din ku mafê te lê heye tu dikanî ji Daîreya Koçê alîkariyê wergirî. Wek mînak Daîreya Koçê dikane di mesela têkiliyên bi welatê te re yan ji bo pilankirina rêwîtiyê alîkariya te bike. Kesên ji hin welatan dikanin piştgiriya aborî jî wergirin da ku li welatê xwe bi kêrî xwe werin. Pirsên desteka vegerê ji dabaşnêra xwe bike. Eger tu di wextê ku biryar li ser hatiye dayîn de Swêd neterikînî vegera te dikane bê qedexekrin. Hingî heta salekê tu nikanî têkevî welatên herêma Şengenê, Bûlgarîstan û Romanya. Girîng e tu bi xwe bizanibî kengî divê tu welêt biterikînî. 5

Eger red ji te re hatibe û tu di lêkolînê de hevkariyê nekî dîsvegera te heta pênc salan dikane bê qedexekirin. Wek nimûne girînge tu agahiyên rast bidî û nasnameya xwe nîşan bidî. Eger tu hevkarîyê nekî Eger Daîreya Koçê di wê qenaetê de be ku tu ji bo vegerê bi wan re hevkariyê nakî ew dikane pereyên rojê kêm bike, te bêxin bin çavlêyî yan bin çavdêriyê heta ku tu bê şandin. Çavlêyî tê wateya ku tu birêkûpêk di wext û cihên diyarkirî de xwe bidî nîşandan. Ev herwiha dikane bê wateya ku tu divê paseport û nasnameyên xwe yên din bidî. Xistina bin çavdêriyê tê wateya ku tu li stargehekê tê girtin û tu nikanî ji wir derkevî. Stargeh ji aliyê Daîreya Koçê ve tê birêvebirin. Eger Daîreya Koçê di wê qenaetê de be ku ji ber ku tu bi wan re hevkariyê nakî red û dersînorkirina te negengaz e ew dikane berpirsiyariyê dewrî polîs bike da ku tu ji welêt derkevî. Hingî heqê polîs heye ku li te bigere. Heqê polîs herwiha heye ku te bi zorê ji welêt derxe. Eger berpirsiyariya dersînorkirina te çûbe cem polîs, pirsên derheqê vegerê de jî divê tu ji wan bikî. Agahiya nû Eger piştî reda dawî agahiyên nû bên, Daîreya Koçê dikane binêre bê ew dibin sedem ku tu neyî şandin. Wek mînak rewşa welatê te xerabtir bûbe yan tu giran nexweş ketibî. Daîreya Koçê dikane bi însîyatîfa xwe bi xwe yan jî bi daxwaza te lê binêre. Sedemên penaberiyê Swêdê peymana penaberan ya NY û qaîdeyên hevbêş yên YE îmza kiriye. Ev tê wê wateyê ku Swêd li gitşt serlêdanên penaberiyê ferdî dinêre. Swêd mafê rûniştinê dide kesê penaber yan yên ku ji ber sedemên din pêdiviya wan bi parastinê heye. Daîreya Koçê pêşî dinêre bê tu penaberî, paşê bê pêdiviya te bi parastina alternatîv heye, yan ji ber sedemên din muhtacê parastinê yî. Penaber Li gor peyamana penaberan, qanûna swêdî û qaîdeyên YE eger sedemên te yên bingehîn hebin û tu ji ber sedemên jêr ji welatê xwe mehkûmî tu penaberî: Nijad Netew Ol yan qenaeta sîyasî Rabûrûniştina cinsî Girêdana koma civak. Sedema tahdeya te dikane rayedarên li welatê te bin. Lê dibe ku rayedar nikanin yan naxwazin te û komên berxeter biparêzin. Eger statuya te ya penaberiyê nebe jî ku pêdiviya parastinê hebe mafê te yê rûniştinê dikane hebe. Dibe ku parastina alternatîv yan wek din pêwist be. 6

Pêdiviya parastina alternatîv Li gor qanûnê pêdiviya te bi parastina alternatîv heye eger xeterên jêr hebin: Cezayê kuştinê hebe Cezayê laş, îşkence, ceza yan muameleyeke din ya dermirovî hebe Wek kesekî sivîl xeterek mezin hebe ku di nakokîyên çekdarî de birîndar bibî. Pêdiviya parastina wek din Li gor qanûnê pêdiviya te bi parastina wek din heye eger xeterên jêr hebin: Nakokiyên çekdarî yên derve yan hundir yan dijîtiyên din yên giran li welêt Tirseke jidil hebe ku destdirêjî li te dê bê kirin Ji ber felaketên jîngehî tu nikanî vegerî welatê xwe. Têgeha pêdiviya parastina wek din tenê di qanûna swêdî de heye û tenê li Swêd derbas dibe. Eger tu bêhtir agahî bixwazî Ji bo hejmarek civîn gaziya te dê bê kirin û li wir tê bê agahdarkirin bê di dema payînê de girînge mirov çi bizane. Dabaşnêr dê li ser wek nimûne xanî, aborî, tedawî û dibistana zarokan de agahiyan bide û behs bike bê tu dikanî çi alîkariyê wergirî. Dema agahiyên nû pêwist bûn ji bo ku te agahdar bike nivîsgeha te dê bangî te bike. Gava biryarek ji te re hat dabaşnêrek dê rave bike bê biryar ji te re tê çi wateyê. 7