Bi tevahî li ser piştgîriya nefeqeyê (Allmänt om underhållsstöd) Dema ku zarokek bi tenê li cem dê û bavekî rûdine, divê dê û bavê din yarmetiya nefeqeyê bide. Ger bi yarmetiya nefeqeyê çê nebe dibe ku mafê zarok li piştgîriya nefeqeyê hebe. Ev yarmetiyeke ji zarok re ye dema ku dê û bav bi hev re rûnanin. Piştgîriya nefeqeyê herî pir ji her zarokekî re her meh 1 573 kron in, û ew ji dê û bavê ku zarok bi wî/ê re rûdine re tê dandin. Dê û bav mecbûr in bi xwedîkirina zarokên xwe rabin ta ku ew dibine 18 salî, an 21 salî ger hîn zarok diçe xwendegehê. Ger yek ji zarokan bi tenê li cem dê û bavekî rûne, divê ew dê û bavê din yarmetiya nefeqeyê bide. Hûn bi xwe dikarine li ser yarmetiya nefeqeyê li hevdu bikin. Bi awayekî ku çareyekê ji pirsa xwedîkirina zarok re bibînin bê ku alîkariyê ji Sindûqa Bîmeya Civakî bigirin. Yarmetiya nefeqeyê bi hewcedariya zarok û aboriya we ve girêdayî ye. Hûn dikarine li ser meblexeke azad li hevdu bikin, an meblexekê li goreyî qaîdeyên qanûna dê û bavan hejmartî ye. Ger yarmetiya nefeqeyê çê nebe, dibe ku mafê zarok li piştgîriya nefeqeyê hebe. Piştgîriya nefeqeyê bi yarmetiya nefeqeyê ya ko ji zarok re nehatiye dandin ser wê ta radeyekê tê tekûzkirin. Kî dikare piştgîriya nefeqeyê bigire? (Vem kan få underhållsstöd?) Ger yek ji we divê yarmetiya nefeqeyê bide zarok Ti tştî nade Mebelexeke kêmtirî ji 1 573 kronan her meh dide Hîç bi awayekî nabîne ku zarok meblexeke li hemberî nefeqeyê bigire Ew dê û bavê ku bi zarok re rûdine dikare bi xwestina piştgîriya nefeqeyê rabe. Sebeba ku zarok bi hacetî piştgîriyê ye, dibe ku ji bo ninmûne we li ser çi yarmetiya nefeqeyê li hevdu nekiribe, an nefeqe di dema xwe xwe de nayê dandin. Da ku zarok divê piştgîriya nefeqeyê bigire pêdivî ye zarok li cem dê û bavekî wek lênêrîner rûne û li wir li kutikê nifûsê tomarkirî be, ger zarok 18 sal nekiribin zarok û dê û bavê ku bi hev re dimînin li Swêdê rûniştî bin. Herweha jî lênêrîner û kesên taybetmend yên wesandî ku ew bi tena xwe bi pêsikandina zarok ji derveyî welêt pê radibin, ew dikarine piştgîriya nefeqeyê bixwazin. Hacet nîne ku bavêtiyeke tesbîtkirî hebe da ku mafê zarok li piştgîriya nefeqeyê hebe.
Dibe ku hatina zarok tesîrê li yarmetiyê bike (Barnets inkomst kan påverka bidraget) Ger ji zarok re hatinek bi qasî 48 000 kron an pirtir hebe, piştgîriya nefeqeyê bi qasî nîvî ji beşê ku ji 48 000 kron derbas dibe tê kêmkirin. Hatina ji karmendiyê, hatina ji kompaniya xwe û hatina ji sermiyan wek hatin têne hejmartin. Meblex ji nuh ve li destpêka her salê tê hejmartin. Sê awayên cuda yên piştgîriya nefeqeyê (Tre olika former av underhållsstöd) Piştgîriya nefeqeyê bi sê awayên cuda heye: Piştgîriya nefeqeyê ya tam, yarmetiya dagirtinê û piştgîriya nefeqeyê di dema rûniştina hinekî guhêrbar de. Herweha bi ser de jî ciwanên di navbera 18 û 20 de dikarine dirêjkirina piştgîriya nefeqeyê ji bona xwendekaran bixwazin. Piştgîriya nefeqeyê ya tam dema ku yek ji we çi nefeqeyê nade (Fullt underhållsstöd när en av er inte betalar något underhåll) Dema ku ewê ji ji we divê yarmetiya nefeqeyê bi meblexeke kêmtirî 1 573 kronan her meh bide an hîç çi tiştekî nede, Dibe ku mafê zarok li piştgîriya nefeqeyê ya tam hebe. Herweha dibe jî ku nefeqe di dema xwe de nehatibe dandin. Hîngê Sindûqa Bîmeya Civakî herî pir 1 573 kronan her meh yekser dide ji we yê/a ko zarok pê re rûdine. Ger zarok piştgîriya nefeqeyê ya tam bigire, pêdivî ye yê/a ko zarok pê re rûnane, pereyan ji nuh ve bide Sindûqa Bîmeya Civakî. Yarmetiya dagirtinê dema ku ewê ji we divê nede, dikare tevahiya meblex bide (Utfyllnadsbidrag när den av er som ska betala inte kan betala hela beloppet) Dema ku em dihejmêrin ewê ku ji we bi zarok re rûnane, ew nikare evqasî 1 573 kronan her meh bide, dibe ku mafê zarok li yarmetiya dagirtinê hebe. Tê wê maneyê ku dê û bav meblexekê didin, ku me ew yekser bi yê/a ko zarok pê re rûdine re hejmartiye. Meblexa mayî; zarok dikare ji Sindûqa Bîmeya Civakî bigire, ku tevahiya wê her meh bibe 1 573 kron. Di dema yarmetiya dagirtinê de ewê ku bi zarok re rûnane; hacet nîne ku tiştekî bide Sindûqa Bîmeya Civakî. Piştgîriya nefeqeya hatiana provekirî di dema rûniştina hinekî guhêrbar de (Inkomstprövat underhållsstöd vid växelvis boende) Ger zarok hinekî rûniştina xwe di navbera we de diguhêre, hûn dikarine piştgîriyeke nefeqeyê ya taybetî bigirin; navê wê piştgîriya nefeqeyê ya di dema rûniştina hinekî guhêrbar de ye û ew ji herdu dê û bavan re tê dandin. Her yek ji we bi xwestina piştgîriya nefeqeyê ya di dema hinekî guhêrbar de radibe, mezinbûna piştgîriyê bi hatina we her yekî ve girêdayî ye. Bi piranî her yek ji we dikare 786 koronan her meh li ser her zarokekî bigire. Hacet nîne ku piştgîrî ji nuh ve li Sindûqa Bîmeya Civakî bête vegerandin.
Piştgîriya nefeqeyê ya dirêjkirî ji bona xwendekaran (Förlängt underhållsstöd för studerande) Ger zarok 18 salî bibe; yekser piştgîriya xwendinê ji zarok re tê dandin. Hîngê zarok jî divê bi xwestinê rabe. Da ku mafê te li piştgîriya nefeqeyê ya dirêjkirî hebe, Pêdivî ye; ku zarok bi dewama tam li xwendegeha bingehîn, asta lîseyê an wek wê rabe. Weha piştgîriya nefeqeyê tê dandin (Så här betalas underhållsstödet ut) Piştgîriya nefeqeyê li 25 her mehê tê dandin û ji bona meha piştî wê berdewam e. Mafê zarok li meha piştgîriya nefeqeyê heye, piştî ku xwestin hatibe bi cihanîn. Ji bo nimûne dema ku hûn di nav nîsanê de ji hev cuda bibin, dibe ku mafê zarok herî zû li piştgîriya nefeqeyê ji gulanê ve hebe. Bila bala te lê be, ku em bi tenê dikarine piştgîriya nefeqeya mehekê bi berpaş ve biperijînin. Tê wê maneyê dema ku tu daxwaznameya xwe di çiriya yekemîn (oktober) de bidî, tu nikarî piştgîriya nefeqeyê ji êlûnê û bi paş ve bigirî, tevî ku xwestin berê jî hatibe kirin. Tu dikarî piştgîriya nefeqeyê ta meha ku zarok tê de 18 salî dibe bigirî. Ger paşê zarok piştgîriya nefeqeyê ya dirêjkirî bigire, ew yekser ji wî an wê re tê dandin. Tu weha bi piştgîriya nefeqeyê radibî (Så här ansöker du om underhållsstöd) Tu bi xwestina piştgîriya nefeqeyê li ser blanketekê radibî ku ew li Sindûqa Bîmeya Civakî heye an li cihê webba me www.forsakringskassan.se. Ewê ku piştgîriya nefeqeyê digire divê bi agahiya hemî guhartinan rabe! (Den som får underhållsstöd ska anmäla alla förändringar!) Ewê ku piştgîriya nefeqeyê digire, pêdivî ye; ku bi haydarkirina hemî guhartinan rabe, ew dibin ku tesîrê li piştgîriya nefeqeyê bikin, ji bo nimûne divê tu bi haydarkirina Sindûqa Bîmeya Civakî rabî ger: Tu nema bi zarok re rûdinî. Dê û bavê din bar kir cem te an zarok. Zarok bar dike xaniyekî xwe. Zarok dest bi rûniştina cem te kir û eynî bi qasî hev ji bona dê û bavê din jî. Tu an zarok bi rêketineke derveyî welêt radibin, ku ew hatiye plankirin ji 6 mehan dirêjtir be. Te piştgîriya nefeqeyê ya ko mafê te lê nebe biribî, tu mecbûr î ji nuh ve wê vegerînî.
Ji bona te yê/a ko bi zarok re rûnane: Ku ji nuh ve piştgîriya neveqeyê vegerîne (Till dig som inte bor med barnet: Att betala tillbaka underhållsstödet) Ger zarok piştgîriya nefeqeyê ya tam bigire, Sindûqa Bîmeya Civakî biryarê dide ku tu yê/a ko bi zarok re rûnanî, divê çiqasî vegerînî. Ew dibe çiqas be; bê hatina te çiqas pir e û çend zarokê te hene ve girêdayî ye. Tu dikarî bi dabirîneke bingehîn bi qasî 100 000 kron rabî, ji bona himêtkirina xwe. Ticarî hacet nîne ku tu pirtirî 1 573 kronan ji bona her zarokekeî û her mehekê bidî. Dabirîn ji bona roj û şevên ku zarok li derveyî malê dimîne (Avdrag för de dygn barnet övernattar) Tu yê/a ko piştgîriya nefeqeyê vedigerînî; mafê te li dabirînê ji bona ew rojên ku zarok li cem te bû heye. Ev bedewam e ger zarok bi kêmanî pênc rojan bi ser hev de li cem te mabe. Lê hin rojên mana li cem te, mafê dabirînê dide, ger şeş car di nav mehekê de bin. Hejmartina safî dihêle ku tu har car bi xwestinê ranebî (Med nettoberäkning slipper du ansöka varje gång) Hejmartina te ya safî hebe, dema ku zarok li cem te rûne, hacet nîne ku tu bi xwestinê her car rabî. Tu dikarê hejmartina safî bigirî ger biryarek an peymanek hebe, ku ew biryarê dide ku çend rojan divê zarok li bal te rûne. Ji biryarê ne razî yî? (Missnöjd med beslutet) Tu ji biryara Sindûqa Bîmeya Civakî ne razî yî, tu dikarî ji nuh ve provekirinê bixwazî. Hîngê em careke din bi provekirinê radibin û biryareke nuh ji te re bi rê dikin. Tu ji biryara nuh jî ne razî bî, tu dikarî bi îhtîrazê li bal dadgeha wîlayetê rabî. Biryara dadgeha wîlayetê li bal dadgeha îstînafê tê îhtîrazkirin. Komûn dikare bi alîkariya we rabe ku hûn li hevdu bikin (Kommunen kan hjälpa er att komma överens) Dê û bavên ku zehmet be ji bona nefeqeya zarok li hevdu bikin, Yê/a ko bi rûniştina zarok an hevdîtina zarok radibe, dikare riya xwe bi komûnê xîne. Komûn dikare hevkariya peyîftina mift bide pêşkêşkirin. Pirsên te hebin, telefonî navenda zibûnan bike 0771-524 524 Kaxeza rastiyan di mijarê de ne mtina qanûnê ye.
Sindûqa Bîmeya Civakî bi kontrolê radib Sindûqa Bîmeya Civakî agehdariyên ku tu didî ew wan kontrol dike. Heye ku ew li ser hatinê, beşdarbûna li kar, rewşa sivîl an tu li kû rûdinî be. Em bi veguhastina agehdariyê di gel meqamên din radibin û li agehdriyên tomarkirî dinêrin, ji CSN, sindûqa bêkariyê Daîreya Bacê Ku bi zanayî agehdariyên şaş bêne dandin an guhartinan nedî tomarkirin, ku ew tesîrê li mafê te wîzê bikin, heye ku ev tawanbarî be. Sindûqa Bîmeya Civakî haya polîs ji hemî tawanên bîmeyê yên gumankirî dike.